Li Tirkiye şewata li 5 bajaran didome

Guherîna rewşa avhewayê cîhan daye ber xwe.
Şewata ku li 43 welatên cîhanê heyî heta niha bûye sedema bi milyonan zevî û daristan bibin xwelî.
Li Tirkiye şewata li 5 bajaran didome.
Li Yûnanîstanê jî şewata li bakurê paytext Atîna jî gihiştiye cihê welatiyan.
Ne DYA û ne jî sermaya Rûsya heta niha nekariye xwe ji şewatê xelas bikin.

Ji 28’ê Tîrmehê ve asîmanên Tirkiye bi domana şewata daristanên li başûrê Tirkiye tarî bûye.

Çirûska agirê ku ji navçeya Manavgat a Antalya despê kirî, heta niha li gelek herêman bandora xwe didomîne.

Heta niha ji ber şewatê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di nava 10 rojan de, li 47 bajaran şewat derket.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê Bekir Pakdemirli, têkildarî şewatê agahiyên nû parvekir.

Pakdemirli diyar kir ku ji 28’ê Tîrmehê ve li welat 223 bûyerên şewatê rûdane.

Ji van jî 217 hatine kontrolkirin.

Li bajarê Mugla 8, Aydin 2, Budrum, Îsparta û Karabukê şewat didomin.

Şewata li bakurê Yûnanîstanê metirsî li ser sivîlan çêdike

Yûnanîstan jî dixwaze ji kabûsa şewatê xelas bibe.

Ev der jî bakurê paytext Atîna ye.

Ji ber bahoza heyî şewat di demek kin de gihişt cihê niştecihan.

Xaniyên welatiyan jî di nava çend kêliyan de di nava agir de şewitîn.

Şevên li welat bi sorbûna agir rûnî bûne.

Welatiyên li gundê Limni yê grava Evia jî bi rêya keştiyan ji herêmê hatin rizgarkirin.

Hikumeta Mekadonya xwe ji bo ragihandina rewşa awerte amade dike

Tîmên agirkujên Makedonî bi piştgiriya hevkarên xwe yên Awusturya, Bulgar û Slovenyayî li nêzî bajarê Berova yê li rojhilatê Bakurê Makedonyayê bi agir re şer dikin.

Hikumeta welat xwe amade dike 30 rojan rewşa awerte ragihîne.

Heta niha ji ber şewatê zêdeyî 3 hezar hektar zevî û daristan şewitiye.

Şewata dixie kalîfornîa ji hev xistiye

Li parzemîna Amerîkaya Bakur jî rewş hemane.

Şewata Dixie bi mehane Kalîfornîna ji hev xistiye.

Şewata ku nayê kontrolkirin heta niha ziyanek mezin li pey xwe hiştiye.

Heta niha li seranserê cîhanê li zêdeyî 43 welatan şewat didome.

Di encamê de bi milyonan hektar herêmên daristanî şewitîne û bûne xwelî.

Back to top button