Li Neqede ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kurd hatin kuştin

Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişeke nijadperestî ya Azeriyan û hêzên rejîmê de, 2 Kurd hatin kutşin.

Îro saet 10.00’ê berê nîvro, kesek Azerî yê bi navê Yûnis Qadirî, êriş bir ser çend welatiyên Kurd.

Di encama êrişê de kesek bi navê Wirya Îbrahîmî hate kuştin.

Piştre kujer ji aliyê polîsên Îranê ve tê binçavkirin.

Piştî vê êrişa nijadperestî, welatiyên Kurd diherikin ber navenda polîsan, lê polisan kujer ji wir direvînin.

Piştî wê Azerî daketin qadê.

Li ser zêdebûna aloziyan hêzên rejîmê, di xwepêşandanê de Kurdek bi navê Mihemed hate kuştin.

Li gorî welatiyan, hêzên rejîmê destwerdan li kesên nijadperest ne-kiriye û êriş biriye ser Kurdan.

Back to top button