Li Kobanê 3 Şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyên 3 şehîdên xwe li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê spartin axê.

Bi sedean şêniyên kantona Kobanê beşdarî merasîma cenazeyên şehîdên di dem û dîrokên cuda de şehîd bûbûn, bûn û li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Navên şehîdan wiha ne; şehîdê YPG’ê Mistefa Mistefa (Dêrsim Munzir), endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Mistefa (Xidir Kobanê) û endama HAT’ê Alîn Mudris (Nûjîn Ararat).

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, bi navê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê, êzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê û Kongreya Star a Herêma Firatê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de şehîd di nava sloganan de hatin veşartin.

Back to top button