Li Hewlêrê endamekî Komîteya Navendî ya HDK’ê hat kuştin

Endamekî Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (Rojhilat) li oteleke bajarê Hewlêrê hate kuştin.

Li gorî HDK’ê endamê komîteya wan ya navendî Mûsa Babaxanî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Hat gotin Mûsa Babaxanî li oteleke Hewlêrê ya bi navê ‘Gulî Silêmanî’ kuştî hate dîtin.

Piştî rêveberiya otelê rayedar agahdar kir, asayîşa Hewlêrê derbaê mijarê lêkolîn da destpêkirin.

Îro HDK têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Babaxanî ji aliyê 2 kesan ve hatiye revandin û paşê jî kuştî hatiye dîtin.

Têkildarî nasnameya kesên kujer jî wê agahiyên zelaltir bi raya giştî re were parve kirin.

Mûsa Babaxanî xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ye û di kongreya 17’an ya HDK’ê de weke rêveber hat hilbijartin.

Back to top button