Ji bo rawestandina şerê navxweyî divê em bikevin nav hewildanan

50 hunermendên Kurd li bajarê Kolnê yê Almanyayê civiyan û bal kişandin ser yekîtiya hêzên Kurdistanê. Hûnermendan dubare bang li PDK’ê kir ku peşmergeyan neşîne qada gerîla û ji bo yekîtiya netewî gavan bavêje.

Tevî hemû bertek û bangawaziyan PDK li başûrê kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwestekî nîşan nade, hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re didomîne.

Niha ji bo pêşî şereke navxweyî mûhtemel yê di nav kurdan de bê girtin gelek beşên civaka kurd di nav tevgerê de ne. Ji van beşan hewildana Yekîtiya Hûnermendên Kurd hîn zêdetir derdikeve pêş.

Dûh careke din 50 hunermend, şanoger, helbestvan, siyasetmedar, nivîskar û zimanzanên Kurd li bajarê Kolnê yê Almanyayê li hev civiyan.

Di civînê de li ser êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê û pêkanîna yekîtiya hêzên Kurdistanê hate sekinandin.

Di civînê de pirsa ‘Em li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dikarin çi bikin’ bû rojev.

Di civînê de Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn ên ku demek berê çûbû Başûrê Kurdistanê axivîn.

Hozan diyar: :Şerê niha tê kirin ne şerê birakujî ye, yê Kurdan û dijminê Kurdan e

Hûnermend Hozan Diyar balkişand li ser xeteriya şerê navxweyî û got:

Hûnermendê Rojhilatê kurdistanê jî dazanîn ku tekane rewestandina şerê kurd bi kurd pêkanîna kongreya netwî ye.

Şiwan perwer: Dewleta Tirk bikaranîna peşmerge li dijî gerîla dixwaze bigîhîje armancên xwe

Şiwan Perwer jî dazanîn ku dewelta Tirk dixwaze kurdan li hemberî hev bikar bîne da ku hemû destkeftiyên kurdan ji holê rabike.

Back to top button