Efxanistan..Artêşta Amerîka çekdarên Talîban di bajarê Şîbirxan, topbaran kir

Artêşa Amerîka baregehên Talîban li bajarê Şîbirxan  yê duh kontrolkirî, bi dijwarî topbaran kir, 200 çekdarên talîban hatin kuştin. 

Duh çekdarên Tevgera Talîban ragihandin ku bajarê Şîbirxan bi temamî hat kontrolkirin.

Artêşa Amerîkî ku piştgiriyê dide Artêşa Efxanistanê, şevê din deverên çekdarên Talîbanê topbaran kir.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku topbaran bi armanca derxistina çekdarên Talîban ji bajar pêk hatiye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Efxanistanê Fûad Eman ji dezgeheke ragihandinê re eşkere kir “Di topbaranê de zêdeyî 200 çekdarên Talîban hatine kuştin û ev jî wê rê ji Artêşa Efxanistanê re hêsan bike ku careke din bajêr kontrol bike.”

Roja înê jî Tevgera Talîbanê ragihandibû bajarê Zernec bi temamî kontrol kiriye.

Back to top button