5 HDP’Î BI HINCETA “ENDAMTIYA RÊXISTINÊ” HATIN GIRTIN

ndamê Meclîsa Ciwanan û MYK’ê ya HDP’ê Çerko Kîmkara û 4 kesên pêre, piştî binçavkirina 12 rojan, ji aliyê edliyeya Rihayê ve hatin girtin.

Di 29’ê Adarê de li Navçeya Siwêregê ya Rihayê di serdegirtina malan de Endamê Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) HDP’ê û Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Çerko Mîmkara û 8 kesên din hatibûn binçavkirin.

Binçavkiriyan piştî 12 rojan derxistin Dadgeha Rihayê.

Dozger îfadeya her 9 kesan girt û bi îdayên “Endamên rêxistinê ne”, “Beşdarî çalakî û xebatên rêxistinê bûne” û “Propaganda rêxistinê kirine” xwest bên girtin û sewqî dadgehê kir.

Çerko Kîmkara tevî 4 kesên din bi heman hêncetan hatin girtin û şandin girtîgehê.

 

Leave a Reply

Back to top button