Dr.Muxtar Xebaşî: Yekitiya Kurd û Ereban bingeha demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e

Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Muxtar Xebaşî diyar kir yekîtiya kurdan û Ereban li hemberî destwerdanên navneteweyî di halê hazir de girîng e.

Dr. Muxtar Xebaşî destnîşan kir ku Rûsya û Amerîka piraniya caran dosya Kurdan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên teybet li hundirê Sûriyê bi kar anîn.

Xebaşî wiha pê de çû: ” Lê heger şeklek ji şeklên hevkariyê yan jî şeklek ji şeklên federaliyê di navbera pêkhateya Kurd û pêkhateya Ereb ên li hundirê Sûriyê ava bibe.

Dê rê li pêşiya me vebe ku em sînorekî pir girîng ji destwerdana li sîstemên ewlehiya neteweyî ya erebî û rêxistina neteweyî ya kurdî ava bikin.”

Dr. Muxtar Xebaşî îşaret pê kir ku Kurd neteweyek e û got, pêwîst e em afirandina mekanîzmeyeke hevkarî û girêdana di navbera me û neteweya Kurd de bigerin da ku em bigihêjin şeklekî ji şeklên girêdanê.

Back to top button