RAJIN: Denîz Firat bû deng û rengê serpêhatiya gerîlayên Kurdistanê-HAT NÛKIRIN

Ragihandina Azad ya Jinan bi daxuyaniyekê Denîz Firat bîr anî û got, ”Denîza ku lêgerînera rastiyê bû, bi pênûs, wêne û dîmenên xwe bû dengê gerîlayên Kurdistanê”.

Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat.

Sala 1984’an li gundê Xecê Xatûnê yê navçeya Ebexê yê bajarê Wanê, ji dayik dibe.

Denîz navê xwe ji jina şoreşger a kurd, Leyla Qasim wergirtibû.

Denîz bi xwişka xwe ya jê biçûktir Sarya Reşo re beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibin.

Denîz salên dûr û dirêj li hemû qadên têkoşîn û berxwedana dijwar rojnamevantî kir.

Deniz li herêmên parastina medya salên dirêj xebatên çapemeniyê kir.

2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê, Mûsil û Şengal dagir kirin, 6’ê Tebaxê berê xwe da wargeha şehîd Rûstem Cudî Mexmûrê.

Li wir Denîz di çeperên herî pêş de birindar dibe, tevî hemû hewldanan şehîd dibe.

Denîz Firat bi pêşengî û sekna xwe bû hêviyek di dilê tevahî jinên kurd de ye.

Bi boneya salvegera 7. a Şehadeta Denîz Firat Ragihandina Azad a Jinan RAJIN’ê daxuyaniyek da û ew bîr anî.

RAJIN’ê anî ziman ku Denîz weke jineke têkoşer, wêrek û legerînera rastiyê, jiyana herî zor û xwedî berdêl hilbijart.

”Ji bo rastiya hovîtiya DAIŞ’ê ji cîhanê re ragihîne, weke rojnamevan heya kêliya şehadetê jî, di eniya pêş a şer de cih girt”.

RAJIN’ê diyar kir ku Denîza ku lêgerînera rastiyê bû, bi pênûs, wêne û dîmenên xwe bû dengê gerîlayên Kurdistanê.

RAJIN’ê soz da ku ew ê şopdarên xeta Denîz bin û ji bo bibin dengê berxwedan û tekoşîna jinan erkên xwe pêk bînin.

Back to top button