Ferman Hisên: Bêyî naskirina Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser nabe

Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) ya li Herêma Firatê Ferman Hisên diyar kir ku bêyî naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya li Sûriyê çareser nabe.

Têkildarî mijarê, Ferman Hisên da zanîn ku “Rêverberiya xweser di tevahî qadên siyasî, û leşekî de serkeftinên mezin bi dest xist.

Ji pêkanîna aramiyê li herêmê û yekkirina gel zêdetir Rêveberiya Xweser di pêkanîna rêgeza jiyana hevbeş, biratiya gelan û wekheviya civakê de bi ser ket.

Her wiha Rêverberî di aliyê rêxistinî de jî bi ser ket, û bi beşdariya tevahî pêkhateyên civakê saziyên xwe aktîf kirin.”

Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) di dawiyê de got, Rêverberiya xweser dikare bibe modeleke rêveberiyê ji bo Rojhilata Navîn.

Back to top button