Çiya Kurd: Xebatên me ji bo pêkanîna aramî û rawestandina komkujiyan in

Bedran ÇiyaKurd, Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku tevahî xebat û hewldanên wan ên siyasî û dîplomasî ew in ku aramî li herêmê pêk were û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne werin rawestandin.

PYD’ê li bajarê Bern ê Swissra civîneke girseyî li dar xist, tê de bi dehan kurdistanî amade bûn. Civîn li ser pêşdeçûn û pêşketinên dawî yên li herêmê bû.

Di civînê de Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî.

Bedran Çiya Kurd diyar kir, pêvajoya ku niha tê re derbas dibin dîrokî ye, ji aliyekî ve Rêveberiya Xweser ber bi naskirinê ve diçe û têkiliyên siyasî ji yên berê zêdetir bûne.

Li rexekî din dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewil dide vê pirojeyê têk bibe.

Çiya Kurd: Civaka Navneteweyî deyndarê gelên herêmê ye

Çiya balkişand li ser erkên civaka navnetewî bi taybet Koalîsyona Rûsya û Amêrîka li himber gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di sekna li himber gefên dewleta Tirk de û wiha domand ”

Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û li pêş çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne.

Ji ber vê yekê divê sînorên tund ji siyaseta dewleta re werin danîn, divê Amerîka jî helwesta xwe ji krîza Sûriyê eşkere bike.”

Çiya Kurd: Divê em doza herêmên dagirkirî bikin doza raya giştî

Têkildarî herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatin dagikirin, Çiya Kurd anî ziman “Her kes rewşa herêmên dagirkirî, mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dizane ku girêdayî rewşa Sûriyê ya giştî û ya Sûriye pêşerojê ye.

Ji lew re divê em li gorî rizgarkirina van herêman xwe bi rêxistin bikin û bikin doza wê bikin doza raya giştî.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist her kes dizane ku sedema dirêjbûna krîzê, destwerdana aliyên herêmî ye ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Sûriyê pêk bînin.

Back to top button