Li Hemayê di topbarana hikûmeta Şamê de 4 kes ji malbatekê hatin kuştin

Careke din şer li hin deverên Sûriyê, bi hemû dijwariya xwe derdikeve. Hêzên Hikûmeta Şamê bajarê Qestûn ê Hemayê ku qaşo di herêma bê çek de ye bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de zarok jî di nav de 5 kesên ji malbatekê jiyana xwe ji dest da. Ne tenê li Hemayê, li Idlib û Dera jî tundî û topbaran bi hemû dijwariya xwe berdewam e. 

Hêzên Hikûmeta Şamê şevê din bajaroka Qestûn  a herêma Seil El-Xab a bakur-Rojavayê parêzgeha Hema ku qaşo di herêma “Bê Çek” a Erdogan- Bûtin de ye, bi dijwarî topbaran kirin.

Çavêdriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku di encama topbaranê de piraniya wan zarok 5 kesan ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û jmarek zarok birîndar bûn.

Hêzên hikûmeta Şamê gelek herêmên Idlibê topbaran kirin

Di heman rojê de hêzên Hikûmeta Şamê derdora rojavayê bajarê Idlibê taybet ku ew jî di heman herêma behsa mijarê de ye, topbaran kir.

Di topbarana li wir de bê yî agahî derbarê ziyanên canî de werin parvekirin, ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de çêbû.

Li gorî çavdêran topbaran piştî ku çeteyên “Ozbekî” yên ser bi dewleta Tirk ve li herêma Hentûr  a Meret El-Numan a Idlibê êrîşî noqteyên hikûmeta Şamê kir û 6 leşkerên hikûmeta Şamê û 4 çeteyên Ozbekî hatin kuştin, pêk hat.

Hêzên hikûmeta Şamê Dera El-Beled bi dijwarî topbaran kir

Rewşa li Derayê ji ya Idlib û Hema ne cûdatir e.

Hêzên hikûmeta Şamê dixwazin di Dera El-Beled de pêş bikevin, lê rastî bersivdayîneke dijware tê û şerên giran rû dide.

Ji Lewra hêzên hikûmetê şevê din taxên bajar bi dijwarî topbaran kir.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand “Hêzên hikûmeta Şamê kampa Dera, Riya Bendavê, Herêma El-Ecmî, Derdora El-Reyî ya rojhilatî El-Mizêrîb û derdora bajaroka Tefesa a Rojava bi dijwarî topbaran kirin.”

Ji hundirê Derayê, çavkaniyan eşkerekirin ku rewşa jiyanî dijwar e, madeyên xwearin û avê pir bi zehmetî peyda dibin

Rojane bi serpereştiya Rûsiya hevdîtin di navbera komîteya Eşîran a Derayê û komîteyên ewlekariyê yên hikûmetê de têne lidarxistin.

Back to top button