Cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera bajarê Qamişlo û Tirkiyê de, destdirêjî li zarokek û jinekê kir û îşkence li hin ciwanan kir.
Şevê din 2 koman, 4 mêr û 24 kes ku di nav de jin û zarok hebûn û piraniya wan ji Qamişloyê ne, hewle dan derbasî Tirkiyê bibin.
Di wê demê de cendirmeyên Tirk ên li ser sînorê 2 kes ji wan, Ê.Ê (34) û N.H. (14) girtin.
Li gorî agahiyên ku her du ciwanan dane, cendirmeyan li wan daye û ew ji ser dîwarê 4-5 metre bilind, avêtine xwarê.
Di dîmenan de rewşa xirab a her du ciwanan a ji ber îşkenceya dijwar xuya dibe.
Ciwanên navborî ji serî, sîng û destên xwe birîndar bûne.
Li gorî heman çavkanî, cendirmeyên Tirk destdirêjî li zarokeke 11 salî û jineke 25 salî kiriye.