Gerîla li Şaxê ya Wanê lê da,10 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê çalakiyên ji bo silavkirina Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê berdewam dikin. Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li artêşa Tirk ya dagirker dan. Di encama çalakiyên YJA Starê li navçeya Şaxê ya 10 dagirker hatin kuştin û wesayitek hat rûxandin.

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên artêşa Tirk ya dagirker li bakur û başûrê Kurdistanê bê navber çalakîyan lidardixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeran û berxwedana gerîla daxuyanîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de gerîlayan li navçeya Şaxê ya Wanê li dagirkeran dan û ev agahî parve kir;

“6’ê Tebaxê li navçeya Şaxê ya Wanê stasyoneke bazê ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şaminisê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate rûxandin. Piştî çalakiyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi 2 wesayitan hatin qada çalakiyê. 7’ê Tebaxê bi rêbaza sabotajê li wesayîtekê hate xistin û di encamê de 10 dagirker hatin cezakirin.”

Hat diyar kirin ev çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê yên li Eyaleta Botanê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hate li dar xistin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Xakurkê, Zap û Avaşînê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin.

Derbarê çalakîyên li van herêman de jî ev agahî hatin parve kirin;

“6’ê Tebaxê li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan hate xistin.

7’ê Tebaxê li herêma Zapê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Cîloyê Biçûk xistin. Hejmara dagirkerên ku di vê çalakiyê de hatin cezakirin nehate zelalkirin.

8’ê Tebaxê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan çeperan li qada Girê Sor çêbikin çalakî hate lidarxistin.”

HPG’ê diyar kir 7’ê Tebaxê li herêma Avaşînê çeperên şer yên li qadên Werxelê û Girê Sor bi teqemeniyan, çekên giran û helîkopteran hatin bombebarankirin.

Hat diyar kirin heman rojê artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi gazên kîmyewî êriş bir ser çeperên şer.

Hat gotin di van êrişan de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li alîyê din Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê, nasnameyên 2 gerîlayên ku 24’ê Hezîranê 2021 li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayekî ku 5’ê Tebaxa 2021 li Mêrdînê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Back to top button