HPC’ê li dijî êrîşan piştgirî da gerîla û QSD’ê

Hêzên Parastina Civakî yên bajarê Dêrikê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji gerîla û QSD`ê re nîşan dan.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, Hêzên HPC’ê daxuyaniyek ji raya giştî re par ve kir.

Daxuyanî ji aliyê Endamê rêveberiyê yê li Dêrikê Hisên Remedan ve hat xwendin.

Remedan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bikevin tevgerê da ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan nas bikin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk hate rexnekirin.

Hate diyar kirin ku hêzên HPC’ê amade ne li hember êrîşan, gelê xwe biparêzin û piştgiriya xwe ji gerîla û QSD’ê re nîşan dan.

Di dawî de bang li hêzên Kurdistanî hate kirin ku ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyê, piştgiriya gerîla bikin û destnîşan kirin ku divê PDK`ê jî dev ji hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re berde û helwesta xwe zelal bike.

Back to top button