RÊVEBERIYA XWESER: LIHEVKIRINA DI NAVBERA ME Û IRAQÊ TENÊ LI SER PENABERAN E

Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî îdiayên ku dibêjin rêveberiyê û hikûmeta Iraqê li ser wergirtina girtî û malbatên DAIŞ’ê li hev kirine, daxuyanî da.

Di daxuyaniya rêveberiya Xweser de wiha tê gotin:

“Îdîayên dibêjin ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de li ser mijara girtiyên DAIŞ lihevkirin çêbûye, em teqez dikin ku ev nûçe ne rast in.

Li hevkirina me tenê li ser mijara penaberên Iraqê yên li kampa Holê û herêmên din ên Rêveberiya Xweser bû.

Di çarçoveya lihevkirinê de derdora 4 hezar kesan di nav de jin û zarok ku dixwazin vegerin Iraqê navê xwe qey kirin, me lîsteya navan radestî aliyê Iraqê kir.

Kesên ku navên xwe qeyd nekirin, fişar li ser wan nîne, Rêveberiya Xweser li gorî peyman û belgeyên navdewletî nêzîk wan dibe.”

 

Leave a Reply

Back to top button