Serdana Neçîrvan Barzanî ji Îranê re û kuştina Babaxanî xwedî çi têkliyê ye?

Ev kuştina Mûsa Babxanî, piştî serdana Serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk hat.
Her wekî berê wê jî, PDK’ê ji Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê xwest ku xwe ji ser sînorê Başûrê Kurdistanê vekişîne.
Gelo ev bûyer û zêdekirina êrîşên Dewleta Tirk li ser Gerîla, çi qasî bi hev girêdayî ne.?

Mûsa Babxanî ji lîderên Hizba demokrata Kurdistanê, bi destê Hêzên Îranê li Hewlêrê hat kuştin, lê belê serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana wî welatî kir û ji serokê Îranê Ibrahîm Reîsî re pîroz kir.

Asayîşa Başûrê Kurdistanê jî, hîna rastiya wê aşkere nekiriye.

Xurtkirina peywendiyan û qelskirina Hêzên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û bêbandorkirina wan, serenavê vê serdanê tê dîtin.

Ji xwe mijara hildana ala başûrê Kurdistanê li balfirxaneyê û ne hildana wê di hevdîtinê de, nameyeke razîkirina Tirkiyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê ye.

Gelo kuştina Babaxanî û serdana ji Îranê re, xwedî çi têkliyê ne?, nexasim ku bûyer li Otêleke Hewlêrê pêk hatiye.

Li gorî agahiyan jî, ku berî van herdû bûyeran, Partî Demokratîk Kurdistan bi serokariya Mesûd Barzanî, ji pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê xwestiye ku xwe ji ser sînor vekişîne û vekişiyan.

Balkêş e ku ew herêma pêşmerge jê vekişiyan, bi ser herêma Qendîlê ve ye û Dewleta Tirk a dagirker jî bêhtirî 100 roj in êrîşî Gerîla dike.

Gelo zêdekirina êrîşan li dijî gerîla, çi qasî di nava vê planê de heye û hersê dewlet, Tirkiyê, Iraq û Îran, çi lihevkirin pêk aniye.

Ev rewş jî hemwextî tevliheviya di nava Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK’ê de derdikeve holê.

Kuştina Babaxanî, Serdana Barzanî ji Îranê re û vekişîna pêşmergeyan ji ser sînor Başûr û Rojhilat, xelekeke bi hev girêdayî ye û temenê wê jî gelê Kurd datîne.

Back to top button