Talîbanê paytexta 3 wîlayetan kontrol kir

Piştî 20 salan, rejîma Talîbanê careke din li Efxanistanê vedigere.
Piştî kontrolkirina zêdeyî 200 navçeyan, çekdarên Talîbanê hemû hêza xwe daye ser paytexta wîlayetan.
Di nava 2 rojên dawiyê de, Talîbanê kariye paytexta sê wîlayetan bidest bixe.
Herî dawî jî Talîbanê bajarê Sar-î Pol ê kontrol kir.

Şerê navbera hikumeta Efxanistan û çekdarên Talîbanê de, derbasî paytextên wîlayetan bûye.

Talîbanê di nava 24 saetên dawî de sê paytextên wîlayetan bi dest xist.

Li bajarê çaremîn jî şerekî giran diqewime.

Bajarê Kûndûzê serê sibehê ket destê Talîbanê.

Talîbanê kontrola avahiyên sereke yên li bajêr hemû xiste destê xwe.

Ji sala 2015’an û vir ve bajarê Kûndûzê bû cara çaremîn ku dikeve destê Talîbanê.

Kûndûz bi 300 kîlometreyî dûrî paytext Kabûlê ye û bi 50 kîlometreyî li başûrê sînorê Tacîkistanê ye.

Talîban kete nava bajarê Sar-î Pol jî ku li bakur rojavayê welêt e.

Hate ragihandin ku li nava kolanan şer dewam dike.

Bi derbasbûna demê re, Talîbanê serkeftina xwe ya li vir jî ragihand.

Çekdarên Talîban bajarê Sar-Î Pol kontorl kir

Piştî şerê giran û berxwedana qels a artêşa Efxan, çekdarên Talîban ket bajarê Sar-Î Pol, tevahiya herêmên bajêr bi dest xistin.

Endamê meclîsa Sar-î Pol Mihemed Hisên Micahidzene diyar kir li dora bajêr tabûreke leşekrî ya artêşa Efxan hatiye dorpêçkirin.

Li gorî saloxan hêzên ewlehiyê li Kunduzê vekişiyane baregehê.

Rojên În û Şemiyê jî bajarê Zerencê yê li başûr rojava û bajarê Şîbîrganê yê li bakurrojavayê welêt ketibû destê Talîbanê.

Rejîma Talîbanê ku li gorî pîvanên tund ên Îslamê tevdigere, ji sala 1996’an heta 2001’ê li ser desthilatdariyê bû.

Ev rejîma ku beriya 20 salan bi destwerdana DYA’yê hilweşiya, her roj herêman bi dest dixe û xwe ji bo vegera li desthilatdariyê amade dike.

Li gorî çavdêran, hikumeta Kabûlê wê têk biçe.

Back to top button