Mihemed Hesen: Birayê min bi mere axivî, rewşa tenduristîya wî ne baş e

Mihemed Hesen yê birayê Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen ku zêdeyî du meh in PDK’ê ew Revandiye, ji televizyona mere ragihand ku birayê wî bi malbatê re axivî ye û gotiye rewşa wî ya tenduristî ne baş e. Mihemed Hesen anî ziman ku armanc ji girtina biryarê wî xeniqandina Rêveberiya Xweser e.

Ev 2 mehin Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Tevî gelek bangan jî lê heta niha PDK’ê sedema girtina wî eşkere nekiriye.

Mihemed Hesen birayê Cîhad Hesen li ser revandin biryarê xwe ji aliyê PDK’ê ve ji televîzyona mere axivî.

Mihemed Hesen diyar kir ku PDK’ê birayê wî bêyî zelakirina sedemê girtine û ti agahî heta niha jî jê negirtine.

Mihemed anî ziman dema malbatê serdana Asayîşa Giştî li wir kir rastî gotinên ”Hun nikarin lawê xwe bibînin hat”.

Mihemed Hesen armanca revandina birayê xwe weke xeniqandina Rêveberiya Xweser dît.

Birayê Cîhan Hesen eşkere kir ku beriya 2 rojan birayê wî bi malbatê re axivî ye û gotiye ku rewşa wî ya tenduristî ne baş e.

Mihemed Hesen ji PDK’ê xwest ku bi şoreşa Rojava re bibe alîkar ne astengiyan li ber wê derxe.

Back to top button