Denîz Firat bi pêşengî û sekna xwe bû hêviyek di dilê tevahî jinên Kurd de

Îro salvegera 7`emîn a şehadeta rojnamevan Denîz Firate. Denîz bi ku bi pênûs û tevlîbûna xwe her dem pêşeng bû. Di qadên herî pêş ên şer de jî cihê xwe digirt. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê kir,bê teredud rastî berxwedana gel ji raya giştî re ragihand. 

Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat.

Di sala 1984’an li gundê Xecê Xatûnê yê navçeya Ebexê ya girêdayî bajarê Wanê, ji dayik dibe.

Denîz navê xwe ji jina şoreşger a kurd, Leyla Qasim wergirtibû.

Weke her zarokeke kurd ew di nava malbateke xwedî çand û feraseta parastina kurdiyetiyê, mezin dibe.

Destpêkê xwîşka wê ya mezin Binevş beşdarî nava tevgera azadiyê dibe..

Demek piştî wê bi xwişka xwe ya jê biçûktir Sarya Reşo re beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibin.

Denîz salên dûr û dirêj li hemû qadên têkoşîn û berxwedana dijwar rojnamevantî kir.

Di her dema şer, şîn û şahiyê de kamîreya wê ji dest wê nediket, rastiya jiyan û berxwedanê ji gel û raya giştî re radigihand.

Deniz li herêmên parastina medya salên dirêj xebatên çapemeniyê kir.

Piştî ku li Kurdistanê kar û xebatên çapemeniya jinê pêş dikevin, Denîz bi xwestek di 2007’an de cihê xwe di çapemeniya jinê de digre û dest bi xebatên kovara Tanriça Zîlan dike.

2011’an Denîz beşdarî xebatên ragihandina YRD’ê dibe.

2013’an, di konfransa rojnemevanên jin de weke endama Koordînasyonê tê hilbijartin.

Herî dawî li kampa şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê rojnemevaniyê dike.

2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê, Mûsil û Şengal dagir kirin, di 6’ê Tebaxê de berê xwe dan wargeha şehîd Rûstem Cudî Mexmûrê.

Denîz Firat ji roja destpêkê heta dawî bêrawestandin, berxwedan û têkoşîna gerîlayan bi riya MED Nûçe, Stêrk Tv, Ronahî Tv, Çira Tv, Newroz Tv, IMC Tv, radyoya dengê Welat radigihand.

Denîz di çeperên herî pêş de birindar dibe û lê tevî hemû hewldanan şehîd dibe.

Roja ku Denîz Firat şehîd dibe di heman rojê de di 8 tebaxa 1999’an, de xwîşka wê Sarya Reşo jî li Metîna şehîd bibû.

Denîz Firat jî weke Gurbetlli Ersoz, Şîlan Aras, Zîlan Pepûle û Sariya Onûra bû yek ji nemirên çapemeniya azad.

Denîz Firat bi pêşengî û sekna xwe bû hêviyek di dilê tevahî jinên kurd de ye.

Denîz Rojnemevana jin a yekemîn bû ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bû.

Piştî wê di oxira derxistina rastiya êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûrî Eylül Nuhilat, Agirî Yilmaz, Arîn Cûdî, Nûjiyan Erhan, Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bûn şopdarê rêya wan.

Jinên Kurd yên li ser şopa Şîlan Aras û Gurbetlli Ersoz dest bi rojnemevaniyê kirin, niha bi hezaran Denîz, li ser şopa heqîqetê pênûs û kameraya wê hilgirtine û li pey şopa wan in.

Back to top button