Parêzerên Başûr: Pêwîste parlamento dijî şerê Kurd bi Kurd qanûn derxîne

Parêzer û yasanasên navçeya Koye diyar kirin ku şerê Kurd bi Kurd tiştekî kirêt e û xwestin parlamento bi derxistina yasayekê, pêşiya vî şerî bigire û pilana şer çêdikin jî bên sekinandin.
Li aliyekî din jî Endamê Desteya Ronakbiriyê yê Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên Dewleta Tirk ên qirkirina çanda Kurdî bang li hemû aliyên siyasî kir ku bi yekdengî dijî vê qirkirinê bisekinin.

Nerazîbûên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk û hevkarîya PDK’ê dewam dikin.

Parêzer Rêbîn Şêx Îsmaîl û Kakexan Hemîd Şewgêrî di derbarê hewldanên PDK’ê yên derxistna şerê Kurd bi Kurd de ji Rojnews axivî û nerazîbûna nîşan dan.

Parêzer Rêbîn Şêx Îsmaîl hewldanên şerê navxweyî şermezar kir û diyar kir divê Kurd xwîna birayên xwe nerijînin û got,

“Pilana derxistina şer, karekî dijî exlaq, siyaset, civak û dijî netewebûnê ye. Pêwîst e tu hêzeke siyasî nekeve nava pilaneke wiha.”

Rêbîn Şêx Îsmaîl bang li herkesî kir ku li dijî aliyên dixwazin şer bidin destpêkirin, helwestê nîşan bidin.

Parêzer Kakexan Hemîd Şewgêrî jî bal kişand li ser hin aliyên ku dixwazin şerê navxweîyî derxin û diyar kir ku divê herkes ji dîrokê ders derxîne û wiha got,

“Yên ku di nava vê hewldanên de ne berjewendiyên xwe û dijminên Kurd diparêzin, tu pêwendiyek wan bi berjewendiyên netewî tune. Lewma pêwîste Parlamentoya Herêma Kurdistanê qanûnekê derxîne ku ku hêzek behsa şer jî neke.

Goran Omer: Bang li Kurdan kir ku li dijî qirkirinê bisekinin

Endamê Desteya Ronakbirî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Goran Omer ji Rojnews re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ku bi awayekî pilankirî ziman, çand û kevneşopiyên Kurd tune bike.

Goran Omer da zanîn ku dewleta Tirk bi riya ragihandin û rêzefîlmên televîziyonan hewl dide çanda Kurdî tune bike.

Goran Omer di dawiyê de bang li hemû aliyên siyasî kir ku bi yekdengî dijî vê qirkirinê bisekinin.

Back to top button