Li Tirkiye, Yûnanîstan, Îtalya, Kalîforniya û Sibîrya şewat gihiştiye rewşa metirsîdar

Li cîhanê, şewata daristanan di aliya guherîna avhewayê de bandoreke neyînî dike.
Li Tirkiye, Yûnanîstan, Îtalya, Kalîforniya û Sibîrya şewat gihiştiye rewşa metirsîdar.
Bi taybet şewata ku li bakurê paytexta Yûnanîstan Atîn metirsiyek herî zêde daye avakirin.
Li Sibîrya ya Rûsya jî bi milyonan hektar daristan şewitî.

Li cîhanê şewata ku daristan dayîn ber xwe, metirsiyek mezin bi xwe re daye avakirin.

Heta niha bi milyonan hektar daristan li seranserî cîhanê bûne xwelî.

Li Tirkiyê şewata ku ji 28’ê Tîrmehê ve despê kirî, hîna bi awayekî girştî ne hatiye kontrolkirin.

Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyê Mehmet Ersoy bi rêya peyamek li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku şewata li daristanên Antalya, Bodrum û Marmarîs hatiye kontrolkirin.

Her wiha şewata li herêmên Mugla û Îsparta jî didome.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiye Bekîr Pakdemir li jî doh di daxuyaniya çapemeniyê de gotibû,

Li 47 bajaran 223 bûyerên şewatê rûdane.

Ji van 217 kontrol kirine.

Li rojavayê Tirkiye, Yûnanîstan jî heman qedera Enqerê dijî.

Li Bakurê Atîna agir bilez belav dibe

Li vir kontrolkirina agir zehmete.

Bakurê paytexta Îtalya Atîna jî cihê xwe ji agir re hiştiye.

Avahî di nava agir de mane û dimenê şewatê jî metirsiya heyî radixe ber çavan.

Tevî hemû hewildanan jî Atînayê ne kariye xwe ji kabosa şewatê xelas bike.

Li başûr û rojhilatê Îtalya şewat nayê kontrolkirin

Roma jî heman êşa Atîna dikêje.

Li başûr û rojhilatê Îtalya bi rojane şewata heyî nehatiye kontrolkirin.

Tevî ziyanîn madî ziyanên canî jî derketine.

Li herêma başûrê Îtalya Calabria yê 2 kesên li nava dumanê asî mayîn jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmê nêzî 57 bûyerên şewatê heye.

Ji ber meznahiya şewatê 447 hezar hektar erd bû xwelî

Li eyaleta Kalîforniya ya DYA jî kabosa şewatê bi dawî nebûye.

Di dîroka welat de ev şewata herî mezin ya 3. tê dîtine.

Şewata Dixie ku 13-14’ê Tîrmehê despê kirî, heta niha bûye sedema nêzî 447 hezar hektar erd bibe xwelî.

Sermaya Sibîrya jî nekarî rê li pêşiya şewatê bigre

Rûsya jî ji ber şewata daristanên li welat germ bûye.

Sermaya Sibîrya jî nekarî daristanên wê ji şewatê biparêze.

Ji ber şewata li herêmê heta niha 1 milyon û 850 hezar hektar erd bûye xwelî.

Di demeke ku asîmanên herêma Krasnoyarsk û Yakustan ji domanê tarî bûyî de, Wezareta Tenduristiyê ya Rûsya welatî hişyar kir.

Wezaretê xwest ku tevahî derî û pencere werin girtin.

Li seranserê cîhanê li zêdeyî 43 welatan şewat didome.

Heta niha jî nêzî 10 milyon hektar erd şewitiye.

Back to top button