LI BABÊ – MAYÎNEK BI ÇETEYAN VE TEQIYA, KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE

Li bajarokê Qebasîn ê Babê ku ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatiye dagirkerkirin mayînek bi wesayîta çeteyan ve teqiyan. Tê gotin, kuşt û birîndar hene.

Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarê di saetên vê êvarî de li bajarokê Qebasîn ê Babê mayînek ku bi wesayîteke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve hatibû bicihkirin, teqiya.

Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên çeteyan hene, lê hejmara wan nehat diyarkirin.

Heta niha ti aliyekî teqîn negirtiye ser xwe.

Li aliyekî din jî li gundê Sikeriyê yê rojhilatê Babê di navbera şeteyên “Mertala Firatê” yên dewleta Tirk a dagirkir de şer rû dide.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî şer bi dijwari dewam dikir.

 

Leave a Reply

Back to top button