Şehîd Denîz li ser gora xwe bi merasîmekê hat bîranîn

Rojnamevan Denîz Firat îro di salvegera 7’an ya şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bîranîn. Li wargeha Mexmûrê jî rojnamevanan bi daxuyaniyekê ew bîr anîn û diyar kir ku şehîd Denîz bi pênus û dîmenên xwe bû yek ji şervanên heqîqetê.

Rojnameger Denîz Firat a di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kampa Mexmûrê de ku 8’ê Tebaxa 2014’an şehîd bibû li ser gora xwe hat bibîranîn.

Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat, Serdar Altan di merasîma bîranînê de axivî û Denîz bîr anî.

Serdar Altan anî ziman ku Denîz kêliyekê jî dev ji berxwedana xwe a ragihandina hovîtiya DAIŞ’ê berneda.

Birayê Denîz Firat, Seyat Yildiztan jî diyar kir hevalên Denîz pênûsa wê li erdê nehiştin û soza şopandina rêya wê da.

”Denîz bi pênûs û dîmenên xwe bû yek ji şervanên heqîqetê”

Li wargeha Mexmûrê jî Denîz ji aliyê rojnamevanan ve bi daxuyaniyek hat bîr anîn.

Rojnamevanan anî ziman ku şehîd Denîz bi pênus û dîmenên xwe bû yek ji şervanên rastiyê.

Her wiha bi kesayeta xwe ya dil nizm, têkoşer ji me re bû çavkaniya hêza lêgerînvanê rastiyê.

Piştre dayîka Şehîd Denîz Sultan Yildiztan jî axaftinek kir û anî ziman ku tişta dikeve ser milê wan xwedîderketina şehîda e.

Back to top button