Encamên leyîstikên Olimpiyat ên Tokyo: DYA di rêza yekem de cih girt

Piştî hewildanên zêde yên leyîstikvanan encamên Leyîstinên Olimpyat yên Tokyo ya 2020 eşkere bûn.
DYA bi girtina xelatên herî zêde, cihê xwe di rêza yekem de girt.

Leyîstok di roja xwe ya 16. de, bi girtina xelatan re bi dawî bû.

Di 32. Lîstikên Olîmpiyadê yên Havînê ku li paytexta Japonya Tokyo hatin leyîstin de, kes û welatên biser ketine diyar bû.

Di pêşbaziyên pêk hatin de, leyîstikvanên DYA, Çîn derbas kir û bû yekemîn.

DYA bi giştî 113 xelat wergirtin.

Çîn jî di rêza duyemîn de karî di gelek beşan de 88 xelatan bigre.

Tirkiye jî bi girtina 13 xelatan di pêşbirka leyîstinên Olimpiyatê de cihê xwe di rêza 35. de girt.

Tevî hemû nerazîbûn û hewildanên ji ber metirsiya vîrûsa Corona jî, hikumeta Japonya di pêkanîna leyîstinan de israr kir.

Ji ber vê yekê jî leyistin di bin siya vîrûsa Corona de hatibûn despêkirin.

Back to top button