Penaberekî din ê Iraqî li kampa Holê hate kuştin

Li kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin êrîş û buyerên kuştinê dewam dikin. Penaberekî din ê Iraqî yê din hate kuştin û 3 penaber jî birîndar bûn.

Pernaberê Iraqî Mehmûd Mihemed Ebdullah li kampa Holê hat kuştin.

Her wiha pernaber Mihemed Xelîl Ibrahîm û Elî Murteda Ehmed jî birîndar bûn.

Koçbera Sûrî ya bi navê Aîyşa Faiq Babî ya 40 salî jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan ev kes rastî êrîşekê ji aliyê kesên nenas ve hatin.

Kesên ku birîndar bûne ji bo nexweşxaneya Hikmê ya Hesekê hatin veguhestin.

Back to top button