Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina kolanên xerab kiriye

Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo dest bi projeyên xwe yên sala 2021’an kir û rêyên herî xerab ên taxa Cimaya çêdike.

Ji plansaziya Şaredariya Qamişlo ya îsal, qîrkirina rêyan, çareserkirina pirsgirêkên xetên kanalîzasyonê, paqijkirina ragaran, ronîkirina rêyan û parkan û nûkirina deriyên ketin û derketinên bajêr.

Şaredariyê derdora 340 hezar dolar ji hemû şaredariyên tax û gundên bajarê Qamişlo re veqetandiye.

Xebatên xwe ji taxa Cimaya a Qamişlo dest pê kir, rêyên herî xerab bi kevirên hûr raxist.

Endamê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Gel Emîn Cedûi got:

“20 kolanên taxê bi kevirên hûr dê werin raxistin, heta niha xebat li 10 kolanan bi dawî bûye.

Cedûi diyar kir ku piştî taxa Cimaya dê hin taxên din werin sererast kirin.

Şêniya bi navê Zerga Silêman a ji taxê anî ziman ku ji beriya 30 salan ve ew zehmetiyên nebaşbûna rêya dikişînin.

Zerga spasiya şaredariyê kir ku azarên wan bi dawî dike.

Back to top button