Birîndarên Şer: Divê NY û YE’yê erkên xwe li hember parastina gel bi cih bînin

Yekitiya Giştî ya Birîndarên Şer a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê sûcên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar kirin û bang li NY û YE’yê kir ku erkên xwe pêk bînin

Birîndarên şer li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Em birîndarên şer bûn şahidên gelek êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, bi taybet li Şengal, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Dewleta Tirk di êriş û bombebaranên li dijî çiyayên Kurdistanê, tevahî çekên qedexekirî bi kar anîn, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, şêniyên wê koçber kirin.

Her weha li dijî malbateke gundê Sefawiyê komkujiyek pêk anî.

Êdî dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê xeteriyeke mezin e.

Ji bo wê em bang li YE, NY’yê û dadgeha Ewropa ya mafên mirovan dikin ku pabendî soz û erkên xwe bin û gelên herêmê ji komkujiyên dewleta Tirk biparêzin.

Back to top button