QSD`ê du çete li gundewarê Şedadê girtin

Yekîneyên Taybet ên QSD`ê li gundewarê Şedadê du çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke li nêzî herêma Til Cayîr a rojhilatê gundewarê bajarê Şedadê li dar xist û di encamê de du çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, her du çete di komkirina agahiyan, plankirina êrişên siwîqastê, hêsankirina veguhestina endamên DAIŞ’ê di navbera herêma Serêkaniyê û gundewarê Dêrazorê de çalak bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku alavên teknîkî û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.

Back to top button