Li dijî yezîdên hemdem li ser xeta berxwedanê ya kerbela têbikoşin

Komîteya Gel û Baweriyan KCK’ê ya li Rojhilata Navîn bi boneya meha Mûharremê daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser xeta berxwedanê ya Kerbela derbas bibe.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

”Em hêvîdar in meha Mûharrem ya ku dest pê kiriye, li ser xeta berxwedanê ya Kerbela derbas bibe.

Em bang li her kesên alîgirê heq û heqîqetê dikin ku li dijî Yezîtên vê demê sekneke Huseyînî ya hemdemî nîşan bidin.

Zextên ku dewleta Tirk bi rê ve dibin gefê li Elewiyan dixwin, zext û tundiyê li wan dikin.

Elewî ji aliyê dewleta Tirk ve ya ku kevneşopiya zextê temsîl dike gelek caran hatin kuştin.

Herî dawî em bang li her kesî dikin ên baweriya xwe bi hişmendî, bawerî û ruhê azadiyê tînin ku li ser xeta Huseyînî bibin xwedî sekna Huseyînî.”

Back to top button