MOP bang li dewletên cîhanê û dewleta Irqê kir ku komkujiya Smele ya 1933’an qebûl bikin

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê – MOP der barê Komkujiya Smele ya 1933’an daxuyaniyeke nivîskî weşand û Bang li gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ku berpirsyarên komkujiyê hesab bikin.

Di daxuyaniyê MOP diyar kir ku yek ji êşên xelkê Asûrî/Suryanî/Keldanî ku ji sedsala 17’an û vir ve dikişîne, komkujiya Smele ye.

Hate diyar kirin ku Di dema avakirina sîstema pêlîstok a mêtingeriyê ji aliyê hegemonya Îngiliz de gelê Mezopotamyayê Asûrî/ Suryanî/ Keldanî li welatê xwe kete nava zilmê de.

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Hêzên Iraqê û hevkarên wê yên Ereb û Kurd, wê demê bi hev re komkujî kirin.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê da zanîn ku ne tenê neteweyek dihate îmhakirin, di heman demê de şaristaniyeke 7000 salî dihate îmhakirin.

Di dawiyê de MOP bang li dewletên cîhanê û dewleta Irqê kir ku Komkujiya Smele ya 1933’an qebûl bikin.

Back to top button