Rêveberiya Xweser îro nûnertiya xwe li Swîsreyê vedike

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li Ewropayê ragihand ku ew ê îro li bajarê Cinêv ê Swîsreyê bi awayekî fermî nûnertiya xwe vekin. Nûnertiyê ragihand ku armanca wan ew e li Cenevreyê karibin têkiliyên dîplomatîk û civakî yên li gel û hikumeta Swîsreyê re ji bo xizmeta gelên Sûrîyê û Swîsreyê pêş bixin.

Îro li bajarê Cinêvê ê Swîsreyê wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî nûnertiya xwe veke.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya Ewropayê ev yek bi daxuyaniyekê ragihand û got,

”Piştî ragihandina serkeftinên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser bi taybet di şerê li dijî DAIŞ’ê de, girîng e ku rêveberî li welatên di doza Sûriyê de bi bandor in ên wekî Almanya, Fransa û Siwêdê, nûnertiyên xwe veke”.

Nûnertiyê destnîşan kir ku armanc ji vekirina nûnertiyan, pêşxistina têkiliyên bi welatên din ên Ewropayê re ye û got,

”Gava me ya pêş, vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li Swîsreyê ye. Ji ber ku ev yek xwedî girîngiyeke mezin e û bi taybetî di doza Sûriyê de”.

Her wiha di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku vekirina nûnertiyê di çarçoveya danîna têkiliyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî û hikumet û gelê Swîsreyê de pêk tê û wiha dewam kir:

”Armanca mayîndekirina têkiliyên me yên dîplomatîk û mayîndekirina aramîyê li herêmê bi rêya hevkariya hevbeş di aliyên siyasî û çandî de pêk tê, nexasim ku hîna gefa DAIŞ`ê li ser mirovahiyê û tevahî cîhanê dewam dike.”

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê hêvî kir ku nûnertiya wan li Cinêvê karibe têkiliyên dîplomatîk û civakî yên bi gel û hikumeta Swîsreyê re pêş bixe û bikeve xizmeta gelên Sûriyê û Swîsreyê.

Back to top button