Xelîl Ebdo: Dewleta Tirk hewl dide timayên Osmaniyan li herêmê pêk bîne

Endamê Têkiliyên Giştî yê MSD’ê Xelîl Ebdo sûcên dewleta Tirk a yên li herêmên dagirkirî pêk tînin û siyaseta li wir dimeşînin, wekî planên ji bo vejandina timayên Împaratoriya Osmanî li Sûriyê bi nav kirin.

Xelîl Ebdo destîşan kir ku Rûsyayê pirsgirêk çareser nekirin, lê belê ji ber zextên ku dike pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna sûcên dermirovî li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.

Armanc dewleta Tirk ew e ku îstiqrara wan herêman têk bibe û şêniyan bide koçberkirin

Endamê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Xelîl Ebdo têkildarî mijarê axivî.

Xelîl Ebdo anî ziman ”Êrişên dewleta Tirk li ser dirêjahiya xeta sînor bandoreke mezin li herêmê kir, bi taybetî ji aliyê aborî ve li gel dorpêça li ser herêmê.

Dewleta Tirk a dagirker bacan jî li şêniyên herêmên dagirkirî ferz dike, wan direvîne û fidyeyê jê dixwaze.”

Xelîl Ebdo: Rûsya li herêmê bi erka xwe ya garantorî ranabe

Ebdo balkişand li ser rola Rûsya li herêmê û wiha pê de çû: ” Rûsya hewil dide serweriya xwe li ser hesabê gelên herêmê ferz bike.

Di derbarê qirîza Sûriyê jî Rûsya tiştek pêşkêş nekir û îsbat nekir ku ew hêzeke garantor e.

Carinan li aliyê dewleta Tirk disekine û carinan jî zextê li me dike û dixwaze em bajar û bajarokên xwe berdin.

Her wiha Rûsyayê pirsgirêk çareser nekirin, lê belê ji ber zextên ku dike pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin.

Êdî xuya bûye ku dewleta Tirk dixwaze ji bo pêkanîna projeya xweya Osmaniya nû herêmê dagirbike.”

Back to top button