Serçeteyê DAIŞ’ê Fêsel El-Xanim niha bi dewleta Tirk re kar dike

Her ku diçe hevkariya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra re, eşkere dibe.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand “Dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne, piştgiriya serçeteyên berê yên DAIŞ`ê dike.”

Çavdêriyê da zanîn ku yek ji kesên behsa mijarê Fêsel El-Xanim ê ji bajarê Qamişlo ye.

Dewleta Tirk niha El-Xanim wekî Nûnerê eşîreya Benî Sebe di “meclisa eşîran” a ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên dagirkirî yên bakur Helebê hatiye ragihandin, hatiye erkdarkirin.

Çavdêriyê tekez kir ku Fêsel El-Xanim, sala 2012`an li Serêkaniyê tevlî Cehhet El-Nusra bû, li herêma Til Hemîs serçeteyê DAIŞ`ê bû û tevgera wî di nava Îraq û Sûriyê de bû.

Niha jî li herêmên dagirkirî bi çeteyên dewleta Tirk re tevdigere û nêzî istixbaratên dewleta Tirk e.

Back to top button