Efxanistan..Talîbanê di 24 saetên dawî de 5 deverên din kontrol kirin

Çekdarên Talîban di 24 saetên dawî de li wîlayetên Efxanistanê 5 deverên din kontrol kirin, deriyê gertîgeha li herêma Textar vekir û hemû girtî serbest berdan.

Çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir ku sedema xwevekişandina artêşa Efxanî ji wan herêman ew bû tu alîkarî ji aliyê hikumeta Efxanistanê ve nedihat şandin.

Wezareta Parastinê ya Efxanî jî ragihand “Di êrîşeke balefira wan li ser çekdarên Talîban li bajarê Şebirgan, zêdeyî 200 çekdarên Talîban hatin kuştin.”

Çavkaniyan got ku Talîban girtîgehan armanc dike da girtiyan berde û têxe nav çekdarên xwe û ev tişt li Textar hat diyar kirin.

Li aliyê din jî artêşa Efxanî da xuyakirin ku ew amadekariya oparasyonan ji bo vegerandina herêmên ku ketine bin kontrola çekdarên Talîban de dikin.

Back to top button