Li cîhanê krîza avhewa..NY rapora “kodê sor” eşkere kir

Li her derê krîza rewşa avhewayê pir xera bûye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) bi vê gotinê, carke din bal kişand li ser rewşa avhewa ya li cîhanê.
Di rapora bi navê “kodê sor” ya NY de hate gotin, li tevahiya cihanê, rewşa heyî ji her demê xerabtir bûye.
Li gorî raporê ger çareseriyek guncaw neyê dîtin, li pêşiya me havînên dirêj û zivistanên kin xuya dike.

Li cihanê bûyerên avhewa ji her demê zêdetir balê dikişînin.

Ji bo nirxandina rewşê jî wê di Mijdarê de li bajarê Glasgow yê Skoçya civînek berfireh ya COP26 were lidarxistin.

Rapora ku Panela Navneteweyî ya Guhertina Avhewayê (IPCC) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) amade kirî cihê mereqek zêde kiribû.

Rapora bi ser navê “Guherîna Avhewa 2021: Bingeha Zanista Fizîkî” di civîna 6’ê Tebaxê de bi beşdariya 195 welatên endamê IPCC hate erêkirin.

NY: Li her dera cîhanê rewşa avhewa pir xerab bûye

Di rapora ku beşa xwe ya duyemîn wê 2022’an were parvekirin de wiha tê gotin:

Piraniya guherînên avhewa yên ku têne şopandin, bihezarsaliye ku nehatine dîtin.

Mînak, weke bilindbûna rêjeya deryayê.

Ev rêje bi sedî heta hezarî sal jî nikarin werin guhertin.

Masson-Delmotte: Em bi krîzek ya ku ne hatî dîtin re rûbirû ne

Hevseroka Panela Navneteweyî ya Guhertina Avhewayê (IPCC) Valerie Masson-Delmotte di daxuyaniya çapemeniyê de got;

Bêguman ev rastiyeke ku hatî piştrastkirine.

Di çavkaniya guherîna rewşa avhewayê de, mirov hene.

IPCC: Di vê rewşê de xwegihandina pileya 1,5 santîgratan negengaze

Li gorî texmînên ku di raporê de hatine pêşdîtin, daxistina germahiyê bi qasî 1,5 santîgratan ne gengaze.

Her wiha pispora ji ber zêdebûna emisyona gaza sera daxistin pileya 2 santîgrat jî zehmete.

IPCC: Li ser gurherînên em dijîn germahî jî wê zêdetir bibe

Valerie Masson-Delmotte, teqez kir ku rapor rastiya guherîna avhewa nîşan dide û wiha domand:

Em niha xwediyê wê wêneyê ne ku êdî em ber bi kuve diçin, pêwiste em çi bikin û çawa xwe amade bikin ya pêwist demê bûrî, niha û bê nîşan dide ye.

Guherînên ku em dijîn wê bi germbûnê re zêdetir bibe.

Hevserokê din yê rêxistinê Panmao Zhai jî diyar kir ku guherîna rewşa avhewa ya li cîhanê li her deverekê bi şêwazekî cuda xwe dide nîşandan.

Li gorî raporê tê pêşdîtin ku di dema pêş de ger çareseriyeke guncav ji rewşê re neyê dîtin, havînên dirêj û zivistanên kin li pêşiya me ne.

Back to top button