KODAR: Bila xwîşk û biratiya gelên Kurd û Azerî ya li Neqedê were parastin

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê têkildarê aloziya 7’ê Tebaxê ya li bajarê Neqedê ku di encamê de 2 Kurdan jiyana xwe ji dest dabûn diyar kir hemû hewldanên rejîma Îranê ewe ku xwîşk û biratiyê têk bibe. KODAR’ê bang li gelên Kurd û Azerî kir ku destûrê nedin vê yekê.

7’ê Tebaxê li bajarê Neqedê ya parêzgeha Ûrmiyê, kesekî Azerî êriş bir ser ciwanên Kurd, ciwanek kuşt û bi destwerdana hêzên rejîma Îranê ciwanekî din ê Kurd hate kuştin.

Têkildarî vê yekê, Civaka Demokratîk û Azad a Kurdistanê KODAR’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev bûyer bû zemînek ku rejîma Îranê berjewendiyên xwe yên siyasî û faşîst bikar bîne.

KODAR’ê her wiha ragihand ku li hemberî bûyerên bi vî rengî pêwîste biratî û bi hevrejiyana sedan salî ya Kurd û Azerî ya li Neqedê were parastin û li dijî siyasetên rejîma Îranê bisekinin.

KODAR’ê bal kişande ser biratiya gelên Kurd û Azerî û ev tişt got:

Bi sedan sale ku ev her du gel li rex hev dijîn. Lê bi derketina dewlet-netewe ya faşîst a Pehlewî û Komara Wîlayî, her du rejîman ji bo afirandina nakokî û cihêkariya kûr a ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê, dest bi çêkirina tevlîheviyê kirine.

Yek ji armanca vê siyasetê kontrolkirina her du gelên bindest Kurd û Azerî ye.

Di demekê de ku Îran bi saya nerazîbûnên sivîl ên gelan ber bi guhertinê ve diçe, qewimîna bûyerên wiha û çêbûna nakokî û cihêkarî wê ne di berjewendiya paşeroja demokratîk û biratiyê de be.

KODAR’ê dawiyê got, hemû hewldanên me ji bo parastina biratiyê ye ku pêşî li qutbûnê bigirin. Destnîşan dikin ku divê ji bo çareseriya nakokiyan û pêşî-girtina bûyerên nexweş, şêniyên Kurd û Azerî yên Neqedê bi xwe, bêyî destwerdana faşîstî ya rejîmê pêşengiyê bikin.

Lewma bang li hemû gelên Kurd û Azerî dikin ku destûr nedin rejîma faşîst bi destwerdanên xwe yên zalimane vê biratiya qawîm têk bide.

Back to top button