
Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo bang li PDK`ê kir ku çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen eşkere bike.
Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo têkildarî girtina nûnerê Rêveberiya Xweser de wiha got:
“Gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, divê partiyên Kurd pirsgirêk û nakokiyên xwe yên siyasî, çareser bikin.
Şêxo destnîşan kir ku revandina Cîhad Hesen ji aliyê PDK’ê ve, dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker.
Her wiha girêdayî rewşa tenduristiya nûnerê Rêveberiya Xweser, Şêxo piştrast kir ku PDK berpirsê jiyana Cîhad Hesen e.
Di dawiyê de Mihemed Şêxo bang li partî û hêzên Kurdistanî kir ku kongreya neteweyî li dar bixin.