Li Kalîforniya şewata duyemîn a herî mezin didome

Serê cîhanê bi şewata daristanan re di belayê de ye.
Şewata li eyaleta Kalîforniya ya DYA , bû şewata herî mezin ya duyemîn di dîroka welat de.
Li Kanada jî êdî şewat gefê li navendên bajaran dixwe. Li Tirkiye û Yûnanîstanê jî rewş hemane.

Li cîhanê şewatên heyî, heta niha gefekê mezin li ser jiyana bi milyonan kesî dike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA jî yek ji welatên herî zêde ji şewatê bandor bûyî ne.

Li gorî bîlançoya dawîn a ku tîma agirkuj roja Yekşemê eşkere kiriye, şewatê ku 13’ê Tîrmehê dest pê kirî bûye sedema 198 hezar hektar qad bişewite.

Ev qas bi qasî herêma Los Angelesê ye.

Li Kalîforniyayê gelek caran daristan dişewitin lê di demên dawîn de ji ber guherandina avhewayê şewat gurtir bûye.

Roja Yekşemê li eyaletê li 11 cihan şewat didomiya.

Li gorî pêşdîtinên tîmên agirkujiyê jî şewat wê heta 20’ê Tebaxê netefe.

Ji ber şewatê heta niha 370 mal û avahî şewitîne.

Şewata li Kanada êdî gef li navendên bajaran dixwe

Li Kanada şewata ku ji 27’ê Tîrmehê ve didome, êdî gefê li welatiyên li navenda bajaran ji dixwe.

Di nava du hefteyên dawiyê de li welat 4 hezar û 900 bûyerên şewatê rûdane.

Di encamê de, zêdeyî 2,5 milyon hektar herêm şewitiye.

Yûnanîstan û Îtalya ji kabûsa şewatê şiyar nebûn e

Li Ewropa jî welatên herî zêde ji şewatê bandor bûne, Yûnanîstan û Îtalya ne.

Li greva Evia agir gihiştiye malên welatiyan.

Li bakurê paytext Atîna jî heta astekê şewat hatiye kontrolkirin.

Pakdemirlî: Ji derveyî milas û koycegiz tevahî şewat hatin vemirandin

Li Tirkiyê piştî şewata 13 rojan, agahiyên ku hêviya dawiya şewatê hatin dayîn.

Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyê Bekir Pakdemirli ragihand ku ji derveyî navçeyên Milas û Koycegiz tevahî şewatên li welat hatine kontrolkirin.

Mixalif jî dibêjin, şewata ku tê gotin hatiye kontrolkirin, ji xwe gihiştiye herêmên deryayî.

Ji ber vê yekê, vemirandina agir ku Pakdemirli ji bo xwe weke serkeftinekê nîşan dide bê bingehe.

Li Tirkiye di nava 2 hefteyên dawiyê de li zêdeyî 40 bajaran 240 bûyerên şewatê derketibûn.

Li seranserê cîhanê li zêdeyî 43 welatan şewata daristanê didome.

Heta niha nêzî 10 milyon qadên daristanê bûye xwelî.

Back to top button