TAJÊ banga serbestberdana endamên RJAK’ê kir

Tevgera Azad a Jinên Êzîdxanê-TAJÊ derbarê endamên RJAK’ê ku ji aliyê PDK’ê ve li Hewlêrê hatin revandin daxuyaniyek da.

TAJÊ bi amedebûna hemû endamên xwe li ber navenda xwe ya li Şengalê daxuyanî da.

TAJÊ di daxuyaniya xwe de nêzîkatiya PDK’ê ya li dijî endamên RJAK’ê şermezar kir û got:

“Endamê RJAK’ê ji bo bîranîna qurbaniyên fermana Şengalê û parvekirina êşa xelkên Şengalê serdana Êzdîxana pîroz kir..”

Endamên TAJÊ bal kişand ser helwesta PDK’ê û da zanîn ku RJAK li Herêmên Kurdistanê saziyeke fermiye û nabe jinên ku ji bo berjewendiyê Êzidiyan kardikin werin girtin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bang li PDK’ê kir ku endamên RJAK’ê serbest berdin û destnîşan kirin ku ewê heta dawiyê li gel wan bin.

Back to top button