
Bi beşdarbûna nûnerên hikumeta Swîsrî û yên Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê nûnertiya xwe li bajarê Cinêvê yê Swîsereyê vekir.
Di destpêkê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a R.X a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî.
Çiya Kurd ev destkeftî li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li şehîd û malbatên wan pîroz kir.
Têkildarî vekirina nûnertiyê Bedran Çiya Kurd ev tişt anî ziman:
“Ev pêngav ji bo pêşdeçûna têkiliyên di navbera me, hikumeta Swîsre û gelê wê de pêk hat. Dê ev nûnertî bibe pireyek di navbera me de.”
Bedran destnîşan kir ku Pêwîst e nûnertiyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê li her cihî hebe.
Çiya Kurd diyar kir ku nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê dê mîna alav û amûreke xurt ji bo piştgiriya destkeftiyên gelên herêmê be.