Li Kobanê mayînek teqîya 4 zarok birîndar bûn

Di encama teqîna mayîna ji bermahiyên berê yên DAÎŞ’ê ya li Kobanê de, 4 zarok birîndar bûn.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

8’ê Tebaxê li gundê Şiyûx ê Kobanê mayînek ji bermahiyên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê teqiya.

Di encam teqînê de 4 zarokên ku pezê xwe li zeviyên çandiniyê diçêrandin birîndar bûn.

Piştî bûyerê zarokên birîndar yekser ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hêzên ewlekariyê daxuyakirin ku ew di her mercan de ji bo peydakirina ewlehiya gelên xwe dixebitin.

Back to top button