Dagirkeriya Tirk hemû çekên ku di qada Navneteweyî de qedexe ne li dijî sivîlan bikaranî

Endameke Heyva Sor a Kurd ku di sala 2018’an de bû şahida êriş û hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê, da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi hemû çekên ku di qada Navneteweyî de qedexe ne êrîşî sivîlan kir û komkujî pêk anîn.

Endama Heyva Sor a Kurd S.A ku ji bo ewlehiya malbata xwe navê xwe diyar nekir da zanîn ku dewleta Tirk bi awayekî bê ser û ber avahiyên sivîlan dikir armanc.

S.A ev tişt anî ziman:

“Ji ber alava şer a dewleta Tirk malbat tevde, ji zarokan bigire heta bi jin û xityaran hate kuştin. Mil û pîyên sivîlan hatibûn jêkirin, qêrîn û laşên parçekirî belav bûn”

S.A diyar kir ku roj bi roj hejmara birîndaran zêdetir dibû.

Tê zanîn ku Nexweşxaneya Avrîn ji bomebebarana artêşa Tirk û çeteyên wê bê par nema û di 16`ê Adara 2018`an de ruxmî ku gelek birîndar lê hebûn, hate hedefkirin.

Back to top button