Temenê wê 64 sal in, lê bi vîn û berxwedana xwe hîna ciwan û bi hêz e..
Dayikek e, bi tena xwe û li eniyên şer li gundekî Girê Spî li kêleka şervanan li ber xwe dide.. Dayika Selwa ye, lê ji ber hezkirin û alîkariya wê ji şervanan re, bi “Dayika Şervanan” naskirî ye..Çîroka vê dayikê û detayên jiyana, bêhtir di vê nûçeyê de.
Bi tena serê xwe, bi hemû hêza xwe li ber xwe dide û bi hêza mayî hewl dide hîna jî bide vê jiyanê..
Dayika Selwa Ebdo ye û bi “Dayika Şervanan” naskirî ye ..
Tevî ku 64 sal kirine jî, hîna li ser xwe ye û li gundê Bîrzinar ê rojavayê Girê Spî, li eniya şer, tenê dijî.
Vê dayikê derketina ji gund nepejirand û li hember êrîşên dewletaTirk û çeteyên wê biryara mayîn û berxwedanê da..
Heta niha li gundê xwe ye û bi temenê xwe yê mezin hîna têdikoşe û bi her awayî alakariya şervanan dike..
Di vî temenê de jî, dema vîn û biryar hebin, berxwedan jî wê her hebe..
Yek ji mînakên vê gotinê.. Dayika şervanan, dayika Selwa ye, ku derketina ji warê xwe û koçkirin nepejirand û bi hemû zor û zehmetiyan li hember êrîşên dagirkeran ber xwe da.