“Divê modela Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyê pêk bê”

Rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê, Şêx Hisên Raşid, anî ziman “Ji bo yekitiya xaka Sûriyê were misogerkirin, divê projeya Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê pêk were.”

Şêx Hisên Raşid eşkere kir “Rêveberiya Xweser li gorî xwestekên gelê herêmê pêk bîne, ji ber wê divê modela Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê pêk were. ”

Raşid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye ku dikare rê li pêşiya parçekirina Sûriyê bigire û divê li ser asta Sûriyê wekî alternatîfekî rasteqîn were pêkanîn.

Rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê dawiyê “Sîstema nenavendî li Sûriyê û modela wê ya ku di Rêveberiya Xweser de pêk hatiye, wê Sûriyê ber bi pêşerojeke serkeftî ve bibe.”

Back to top button