Mustafa Karasu: Pêngava 15’ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd gûherî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bi gotina “Mîmarê cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê Rêber APO ye” salvegera 38’an ya Pêngava 15’ê Tebaxê bi bîr xist û eşkere kir dewleta Tirk her sal dibêje “Ez ê gerîla têk bibim, lê têkoşîna gerîla û siyaseta wê her çû mezin bûn.” 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bi boneya salvegera 38’emîn ya pêngava 15’ê tebaxê beşdarî bernameya Taybet a Medya Haberê bû.

Karasû salvegera 38. cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê Rêber APO, şervanên azadiyê û gelên kurd pîroz kir û diyar kir ku mîmarê cejna vejînê Rêber Apo ye.

Birastî jî piştî ked û têkoşîneke mezin a Rêber Apo cejna vejînê 15’ê Tebaxê pêk hat.
Di şertê Tirkiyê de 38 sal bi berdewamî têkoşîna gerîla ne hêsan e.

Ji ber vê yekê rastî jî Rêber Apo mucîzeyekê pêk aniye.

Mustafa Karasu diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd gûherî.

Li beşê din ên Kurdistanê jî dem bi dem berxwedan çêbûn. Lê ya herî domdar ku 4 beşên kurdistanê bandor kir û rastiyeke nû ya civaka kurd derxist holê pêngava 15’ê tebaxê ye.

Ji ber vê yekê divê em 15’ê Tebaxê başfêmbikin û lê xwedî derkevin.

Têkildarî destpêkirina pêngavê jî Mustafa Karasu balkişand li ser keda fermandar Egîd.

Heval Eqîd hemû enerjiya xwe ji bo 15’ê Tebaxê bide destpêkirin xerc kir.

Ji bo em rihê 15’ê tebaxê baş bêmbikin divê em jiyana fermandar Eqîd baş bizanibin.

15’ê tebaxê bi îradeyek xurt biryardariyek mezin pêk hat. Ger em rihê 15’ê tebaxê baş fêmnekin têkoşîna azadî ya rasteqîn ne pêkan e.

Bi rastî rihê ku îro me li ser piya dihêle rihê 15’ê tebaxê ye em bi wî rihê li ber xwe didin.

Dewleta Tirk tevî hemû piştgiriya navdewletî jî îro li hember berxwedana gerîla ku daneheva 38 salên rihê 15’ê tebaxê girtiye, xitimiye û roj bi roj têk diçe.

Dewleta Tirk her sal dibêje ezê gerîla têkbibim, lê têkoşîna gerîla her mezin bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta tirk her sal dibêje ezê tevgera azadiyê têk bibim,lê têkoşîna gerîla û siyaseta wê her mezintir bû.

Têkoşîna gerîla ne tenê bakur bandorê 4 beşên kurdistan û rojhilata navîn kir. Bi rastî jî 15’ê tebaxê nebûya wê îro li rojhilata navîn despotîzm hîn zêdetir bibûya, nirxên demokratîk dê li holê nemaba.

Back to top button