UNICEF: Ji meha Tîrmehê ve 45 zarok hatine kuştin

UNICEF`ê bi raporekê eşkere kir “Ji destpêka meha tîrmehê li Sûriyê herî kêm 45 zarok hatine kuştin” û detnîşan kir “Piraniya bûyerên kuştina zarokan li Bakurê Sûriyê ne.” 

UNICEF`ê ragihand “Tevî deh sal li ser aloziya Sûriyê re derbas bûne, kuştina zarokan bi awayekî zêde belav bûye.” û destnîşan kir “Malbat li ser vê yekê diêşin di xemgîniyê û bi tu awayî nabe zarok werin kuştin. ”

UNICEF: Divê aliyên şer zarokan biparêzin

UNICEF bang li aliyên aloziyê kir ku di hemû deman de zarokan biparêzin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan jî destnîşan kir ku bûyerên herî zêde yên kuştina zarokan li bakurê Sûriyê pêk tên.

Duh piştî nîvro jî li kampa Meşahide ya li herêma kampan a li Meşhed Rohîn a Bakurê Idlibê jinek û zarokek di rewşeke ne diyar de hatin kuştin.

Back to top button