Telîban paytexta şeşan xist bin kontrola xwe

Tevgera Talîban li bakurê Efxanistanê bi pêş de diçe, duh di saetên êvarê de wîlayeta 6’emîn kontrol kir.

Şevê din Tevgera Talîbanê bajarê Ebik paytexta Semnexan kontorl kir.

Wezareta Parastinê ya Artêşa Efxanî jî bi daxuyaniyekê ragihand “Li Wîlayeta Qendehar a başûrê welat 47 çekdarên Talîban hatin kuştin.

Her wiha destnîşan kir bi dehan çekdarên Talîban li derdora bajarê Mezar Şerîf jî ji ber bombebaranê hatin kuştin.

Wezareta Derve ya Amarîka jî têkildarî rewşa li Efxanistanê daxuyanî da û destnîşan kir wê balyozê wê li Efxanistanê Xelîl Zada biçe paytexta Qeter Dewha ji bo hevdîtinan di navbera Talîban û hikûmeta Efxan de pêk bîne.

Her wiha tekez kir ew ê hewl bidin zextê li Talîban bikin ku êrîşên xwe yên leşkerî rawestîne û tevlî danûstendinan bibe.

Back to top button