Berxwedana girtiyên azadiyê 257 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrîd û ji bo azadîya Rêber Apo bi biryardariyeke mezin dewam dike. Rêveberên Kongra Star a herêma Firat gotin:” Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê li girava Îmralîyê dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bike. Jinan bang li herkesî kirin ku li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber APO û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê di grava birçîbûnê de ne, bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi koma 48’an di roja 257’an de ye.

Çalakiya li Wargeha Mexmûr jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan ku di 18’ê kanûna 2020’an de, hatî destpêkirin,bi koma 119’an di roja 236’an didome.

Çalakvanan diyar kirin ku ewê bi her awayî çalakiya xwe bidomînin.

Her wiha çalakiya li kampa Lavriyo ya Yewnenistanê jî, 219 roj li pey xwe hiştin.

Sebahat Tuncel: Li dijî girtiyan tundî û êrişên giran tên kirin

Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Kandiranê tê girtin, di hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî de bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan.

Sebahat di hevdîtinê de destnîşan kir ku ji 28’ê Tîrmehê û vir ve davêjin ser qawîşan, vê yekê bi sîstematîk didomînin û got:

Li hemberî me tundî û êrîşeke giran tê meşandin, em ê li dozgeriyê gilî bikin.

Sebahat Tuncel anî ziman ku êrîşên nîjatperest ên demê dawî zêdebûne, li ser wan jî zêdetir bûne û ji ber binpêkirinên mafan banga hestyariyê kir.

”Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bike”

Dewleta Tirk bi armanca tunekirina hêviyên gelên ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan esas girtine, tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye.

Têkildarî mijarê, Rêveberên Kongra Star a herêma Firatê axivîn.

Ji rêveberên Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen axivî û got:

Dewleta Tirk dixwaze bi ferzkirina tecrîda li ser rêbertî têkiliya di navbera fikirên wî û gel de qut bike.

Her wiha Endama rêveber a Kongra Star a herêma Firatê Şevîn Gul Agasî jî bang li şêniyan kir ku li derdora fikirên Rêber Abdullah Ocalan kom bibin, dakevin qadan û têkoşîna xwe xurt bikin.

Back to top button