Gerîlayan li Heftenînê bi çekên giran, li dagirkeran xistin

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê bê navber derban li artêşa Tirk ya dagirker didin ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike.
Gerîla li Girê Dûpişkê yê Heftanînê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker ku bi rêbazên şerê qirêj êrişê dibe ser çeperên şer, her roj gazên kîmyewî bi kar tîne û sûcên şer dike.
Li alîyê din HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 26’ê Tîrmehê li herêma Xelîfanê têkilî bi wanre qut buye eşkere kir.

Gerîlayên Azadîyê rojane bi çalakîyên bi bandor bersiva êrîşên artêşa Tirk ya dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike, didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin.

Hat diyar kirin 7’ê Tebaxê li qada Minînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê 2 caran bi çekên giran çalakî hate lidarxistin û bi rengekî serketî derb li hedefan hate xistin.

HPG’ê derbarê Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ya dagirker li herêma Avaşînê li pêşberî berxwedana serketî ya hêzên gerîla xitimîye û ev agahî parve kir;

“Dewleta Tirk a dagirker ku bi rêbazên şerê qirêj êrişê dibe ser çeperên şer, her roj gazên kîmyewî gelekî zêde bi kar tîne û sûcên şer dike. Artêşa Tirk a dagirker 9’ê Tebaxê li herêm Avaşînê 5 caran bi gazên kîmyewî êriş bir ser çeperên şer ên li qada Werxelê.”

HPG’ê diyar kir 9’ê Tebaxê qada Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer 2 caran hate bombebarankirin.

Hat diyar kirin heman rojê helîkopter li ser qadên Banîsta, Tabûra Ereban, Girê Silêman û Girê Spî yên herêma Avaşînê gerîyan û liv û tevgera dronan jî dewam dike.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku têkilî bi wan re qut buye eşkere kir

Li alîyê din HPG’ê nasmeya 3 gerîlayên bi navê Serwer Serhed, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan ku 26’ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê li derdora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan têkilî ji wan qut bûbû, eşkere kir.

HPG di daxuyanîya ku di vê derbarê de da wiha got;

“Beriya niha me ji gelê xwe û raya giştî re eşkere kiribû 26’ê Tîrmehê li derdora gundê Bêxme ya navçeya Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê têkiliya me qut bûye. Li gel bangên me û serlêdana malbatên van hevrêyên me yên li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê jî, heta niha ti bersiv nehatiye dayin.”

Back to top button